Wn/ku/Wîkînûçe

< Wn | ku
Wn > ku > Wîkînûçe

Bi xêr hatî

WÎKÎNÛÇE
Çavkaniya nûçeyan a azad ku tu jî dikarî tevlî bibî.

şemî, 21. kanûna pêşîn 2024, 09:48 saet (MESZ). RSS

Tu jî tevlî bibe! • Gavên destpêk • FAQ • Index


Duşem, 18'ê gulanê 2009


Ji aliyekî ve tê îdîa kirin ku piştî 25 salan Pilingên tamîl (LTTE) dawî li şerê çekdarî li dijî dewleta Srî Lanka yê anîne û dawiya berxwedana çekdarî îlan kirine. Li aliyê din nûçeyên şer di navbera arteşa Srî Lanka yê û Pilingên tamîl tên. Piştî operasyonek pênc mehan ya artêşa Srî Lanka yê Pilingên tamîl ku ji 1983'a ji bo azadiya gelê tamîl li bakur-rojhilatê Srî Lanka yê şer dikin bi peyameke ku roja yekşemê di malpera nêzîkî xwe Tamilnet hate belav kirin bi gotina "ev berxwedan gihişt dawi xwe ya tahl" [[|Pilingên tamîl dawî li şerê çekdarî anîn ?|dewam]]...

Pêncşem, 14'ê gulanê 2009


Hate îdda kirin ku hemû mirovayetî ji qebileyeke 200 kesan belavî cîhanê bûye. Li gor lekolîneke zaningeha Oxfordê kabîleya han beriya 50 hezar salan ji Efrîqa derketine bi pêyatî û ji vir ser Rojhilata Navîn, ji Deryaya Sor û ser Mezopotamya û Enedol derbasî Ewrûpayê bûnê. Li gor vê lêkolînê tê texmîn kirin mirovên ku derveyî Efrîqayê dijîn hemû ji derdora 200 kesên ku ji Efrîqayê derketina çêbûne û belav bûne. [[|Hemû mirovayetî ji qebileyeke 200 kesan belavî cîhanê bû|dewam]]...

Şemî, 12'ê gulanê 2009


Dewleta Îranê ku demeke dirêj e bi hincêta gerilayên PJAKê êrîşî axa [[|Herêma Kurdistanê|Kurdistana Federal]] dike vê carê bombeyên xwe avêt axa bakûrê Kurdistanê. Heft heb bombeyên ku artêşa Îranê avêt li Colêmergê li nêzî gundekê ket. Di encama topbarankirinê de ya ku piştî nîvrojê çê bû, xelkên van deveran aware bûn û ji malên xwe derkevtin û xwe li deverên aram girtin. Artêşa Tirkiye jî, hêzên xwe yên leşkerî şand ewan deveran û niha jî rêyên ku diçin ewan deveran, li xelkê hatine qedexekirin. [[|Dewleta Îranê vê carê jî êrîşê axa bakûrê Kurdistanê kir|dewam]]...

Şemî, 9'ê gulanê 2009


Raya giştî yaTirkiyê gotinên serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gül minaqeşe dikê. Gül di dema vegera xwe ji Pragê li ser pirsên rojnamevanan bi awayekî gelekî vekirî pirsa kurdî weke giringtirin pirsa Tirkiyê binav kir û wiha axifî: ” We divê jê re bêjin pirsa terorê, ya Başûrê Rojhilat, yan ya kurd, ev giringtirîn pirsa Tirkiyeyê ye. Mesela me ya yekê ev e. Mutleq divê bê çareserkirin.” Gül da zanîn ku rewşeka cudatir a nuh heye û firsendek ketiye dest ku lazim ew firsend neyê revandin. Li gor serokê DTPEhmed Turk binavkirina pirsgirêkê bi navê rast baş e û wî bi hêvî dikê. dewam...

În, 8'ê gulanê 2009


Li Wanê ji bo protesto kirina Sistema Cerdevaniyê 26 Cerdevanan ji gundê Heretîsa navçeya Elbaka Wanê çekên xwe teslîmî dewletê kirin. Cerdevan dan diyarkirin ku piştî tevkujiya li gundê Zanqirt a girêdayî Şemrexa Mêrdînê ew êdî şerm dikin û nikarin çekên dewletê hilgirin. Di 4'ê gulanê 2009'an di encama erişeke çekdarî ji aliyê cerdevanên gund de 6 jê zarok, 16 jin, bi giştî 44 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vê bûyerê êdî gelek derdor daxwaza rakirina Sistema Cerdevaniyê dikin. Li Kurdistanê vêgavê derdora 50 hezar cerdevanên gundan ji bo "parastin û asayişê" xabatê dikin. [[|Piştî tevkujiya Mêrdînê 26 Cerdevanan çek danîn|dewam]]...

Pêncşem, 7'ê gulanê 2009


Muqteda El-Sadr ku yek ji serokên radikal yên Şîayên Îraqê ye û li dijî her mafekî kurdan derdikevê û nêzîkî şeş mehan e li Îranê dijî, di 1'ê gulanê 2009'an bi riya tîmekî Rêxistina Saloxdariya Tirkiyê (MİT)'ê birin Tirkiyê û ji nişkê ve bi serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul û Serokwezîr Tayyib Erdoğan re civiya. Hat ragihandin ku Sadr gotiye di mesela yekparebûna xaka Îraqê, yekîtiya siyasî û mesela Kerkûkê de ew li gel Enqerê hevdeng in. Di salên borî de jî Tirkiyê çend grubên Sunnî yên Îraqî vexwendibûn Tirkiyê û xwestibû wan li dijî kurdan lihev kom bike. Ev cûreyên konferansan jî bûbûn sedema nerazîbûna desthilata Herêma Kurdistanê û hinek aliyên ereb yên Şîa yên Îraqê. [[|Muqteda El-Sadr û Tirkiye li ser Kerkûkê hevdeng in|dewam]]...


Gotarek nû ji bo Wîkînûçe binivîse
Beriya ku gotarek nû binivîsê li Gavên destpêkê binêre. Binêre ka çawa nûçe tên amade kirin û şertên amadekirina gotaran çi ne.
Template:Wn/ku/Tîpên kurdî


Foto nûçe

Nûçeya balkêş

Barack Obama bi serokên kurdan re rûnişt Serokê DYABarack Obama di gera xwe ya Ewropa, Tirkiyê û Îraqê bi serokên kurdan re jî rûnişt û bahsa PKK'ê û pirsgirêka kurd li Tirkiyê û Îraqê hate kirin. Li Enqerê Barack Obama bi hevserokê DTPEhmed Turk re hat cem hev û heyeta DTP li ser mijara PKK'ê û pirsa kurdan li Tirkiyê dosyek pêşkeşî Obama kir. Tê bahs kirin ku di vê hevdîtinê de Ehmed Turk ji DYA'ê daxwaza piştgiriyê ji bo çareseriyek aştiyane bo pirsgirêka kurd li bakurê Kurdistanê kiriye. Di axavtinek li parlamena Tirkiyê de Obama daxwaza reforman li Tirkiyê kir. Roja sêşemê Obama firiya Bexdayê û li wê derê bi serokkomarê Îraqê Celal Talabanî û bi serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re li ser rewşa Îraqê û Herêma Kurdistanê hevdîtin pêk anîn.


Nûçeyên kevn

Piştî serkeftina DTP'ê di Hilbijartinên Herêmî yên 29'ê Adara 2009'a de dewleta tirk tola hilbijartinan ji DTP'ê hiltînê. Di van çend rojên dawî de hêzên ewlekariya dewleta tirk li seranserê Tirkiyê û bakurê Kurdistanê avêtin ser buroyên DTP'e û mala gelek alîgirên partiyê û gelek kes binçav kirin. Heta niha derdora 250 kes hatine binçav kirin. Li dijî pêla binçavkirina endam û alîgirên DTP'ê li gelek bajarên Kurdistanê çalakiyên nerazîbûnê tên lidarxistin, li Amedê dikandaran dikanên xwe venekirin. DTP'ê bang li Yekîtiya Ewropayê û rêxistinên navnetewî kir ku nerazîbûna xwe li dijî van erişan nîşan bidin.

Hejmara qurbanîyen [[|erdhej|erdheja]] Îtalyayê gihîşt 251î. Ji Sazîya Parastina Sivîlan ya Îtalyayê hat ragihandin ku li herêma erdhêjê 30 kes wendayîne û bi gumana ku ew di bin xirbên xanîyan de ne, xebata rizgarkirinê bê navber dom dike. Wezîrê Karê Navxweyî yê Îtalyayê Roberto Maronî jî ragihand ku xebata rizgarkirinê dê heta dawîya vê heftê dom bike. Herwiha Maroni ragihand ku ji bo 17 hezar kesan çadir hatine danîn û 8 hezar kesên ku bê mal mane jî di 171 hotelan de hatine bicîhkirin.

Eşkere bû ku piştî hewldanê DYA û Elmanyayê Tirkiye hatiye qane kirin ku dijîderketina xwe ya namzediya serokwezîrê Danîmarkayê Anders Fogh Rasmussen bo sekrêterê nû yê NATO'yê paşvekişandiye û qayîl bûye. Ligel vê yekê tê behs kirin ku Tirkiyê hinek soz girtine. Di nav wan de behsa girtine ROJ TV, ku ji Danîmarka weşana xwe dikê, tê kirin. Tirkiyê demek dirêje ji Danîmarkayê dixwazê ROJ TV bigrê, lê Danîmarka ev daxwaz heta niha nepejirandibû. Niha tê meraq kirin ka Danîmarka wê li pê qanûna xwe ya ragihandinê ya lîberal bikê û ROJ TV bikê qurbanê berjewendiyên xwe yê siyasî, an na.